Serokwezîrê Nemsa: Tirkiye ji bo penaberên Afgan cihê herî bas e!

26 July 2021 19:38 0 dîtin
Serokwezîrê Nemsa: Tirkiye ji bo penaberên Afgan cihê herî bas e!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Nemsayê (Awistirya) Sebastîan Kurz, di hevpeyvînekê ligel rojnameya Bild de ragihand, ji bo penaberên Afgan, mayîna li Tirkiyê ji çûna Almanya, Nemsa û Swêdê gelekî baştir e.

Serokwezîrê Nemsayê Sebastian Kurz, piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Afganistanê, li ser destpêkirina pêleke nû a koçberiyê hişyarî da welatên Yekîtiya Ewropa (YE) û got, ji bo penaberan welatên cîran, Tirkiyê yan jî deverên aram ên Afganistanê cihên herî baş in.

Kurz gotiye, heger xelk neçarî revê bibe, li şûna ku berê xwe bidin Nemsa, Almanya yan jî Swêdê, baştir e ku li welatên cîran ên weke Tirkiyê bimînin.

Serokwezîrê Nemsa herwiha daye zanîn ku heger derfeta dersnînorkirina penaberan ji bo welatê wan tune be, divê ew bikaribin wan vegerînin welatekî ne endamê Yekîtîya Ewropayê.

Herwiha Kurz gotiye, hikûmeta wî Afganên ku serlêdana wan ji bo mafê penaberiyê hatiye redkirin, vegerîne Afganistanê û zêdebûna kontrola Talîban jî nikare pêşiya vê biryara wan bigire.

Hêjayî gotinê ye, piştî vekişîna Amerîkayê pêleke mezin a welatiyên Afgan bi taybet bi ser Îranê ve û ji ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê derbasî Wan a bakurê Kurdistanê dibin û ji wir jî derbasî bajarên Tirkiyê dibin. Tê texmîn kirin ku bi milyonan Afganî reva ji ber Talîbanê dewam bikin û bibin penaber.