Tirkiyeyê, 800 penaberên Suriyeyî dersînor kirin

29 September 2023 14:33 0 dîtin
Tirkiyeyê, 800 penaberên Suriyeyî dersînor kirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Tirkiyeyê 800 koçberên Suriyeyî bi rêya deriyên sînorî yên Bab el-Hewa û Girê Spî dersînorî Suriyeyê kirin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Tirkiyeyê duh 800 koçberên Suriyeyî dersînor kirin û piştre ew radestî komên çekdar ên li herdu herêman kirin.

Rêvebirên Ofîsa Deriyê Girê Spî yê Tirkiyeyê 170 koçberên Suriyeyî bi rêya wan re dersînor kirine.

Her wiha ji Ofîsa Deriyê Bab el-Hewayê jî hat ragihandin ku Tirkiyeyê 395 koçberên Suriyeyî bi rêya wan radestî Tehrîr el-Şamê kirine.