Çekdaran li Efrînê 2 penaberên ji Tirkiyê hatibûn dersînorkirin revand
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku 2 penaberên Suriyeyî ku ji Tirkiyeyê hatibû derxistin li Efrînê, ji aliyê çekdaran ve hat revandin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên ji bajarê Efrînê, çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve, "Artêşa Wetanî ya Sûriyeyê" kesê bi navê Delîl Hisên Hecî (34) ji gundê Baflûr ê bajarê Cindirêsê û Cemal Heyan (35) ê ji bajarê Himsê, li benda kontrolê ya gundê Qestêl Cindo a bajarê Şerayê revandin.
Hate diyarkirin ku her du kesên hatine revandin, bi rêya deriyê Bab El Selame yê li Ezazê ji Tirkiyeyê hatine dersînorkirin û dixwestin biçin Efrînê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin