2 welatiyên Efrînê ku hatibûn girtin hatin berdan
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku du welatîyên ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku dema vegeriyabûn warê xwe ji aliyê çekdaran ve hatibûn girtin, hatin berdan.
Malbata Ehmed Hisên Bîlal ê 65 salî ragihand ku Hisên Bîlal dema ji Şehba vedigeriya gundê xwe Kurzêlê Çiyê li navçeya Bilbilê di 2yê Kanûna 2024an de hatibû girtin û 2yê Adarê jî hatiye berdan.
Dîsa ciwanê bi nave Şêx Hemza Elo Xelîl ê 35 salî jî dema vedigeriya gundê Zerê yê navçeya Bilbilê di 2yê Kanûnê de li ser rêbendeke çekdaran hatibû girtin û ew jî 1ê Adarê hatiyê serbest berdan.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 15 Sibata 2025an, Serokê Sûriyê Ehmed Şera serdana Efrînê kiribû û bi kesayetî û rûspiyên deverê re civiyabû. Nûnerên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKSê jî di civînê de amade bûn û banga valakirina zîndanan û rawestandina binpêkirinan kiribûn.
Ehmed Şera jî soz dabû ku ew ê rêgiriyê li binpêkirinan li Efrînê bikin, û ew ê nivîsgehekê ji bo tomarkirina giliyan vekin û herwiha hêzên navxwe bişînin Efrînê û komên çekdar nehêlin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin