Li Efrînê, 11 welatiyên Kurd hatin girtin

13 August 2023 22:00 0 dîtin
Li Efrînê, 11 welatiyên Kurd hatin girtin

PeyamaKurd- Ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ve daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihand ku hêzên Tirkiyeyê û çekdarên ser bi wan hêzan 11 welatiyên Kurd girtine.

Di agahiyên rêxistinê de hat diyarkirin ku li gundên Kîmar, Celemê, Kibêşîn, Dargirê û Şiyê yên ser bi Efrînê ve hêzên Tirkiyeyê û komên ser bi wan ve 11 welatiyên Kurd girtine.

Hat diyarkirin ku roja pêncşemê jî li gundê Celemê hejmarek ji ciwanan hatin girtin ku hikûmeta Tirkiyeyê  ew dersînor kiribûn.

Li gorî hat zanîn ku ji 8ê mehê pê ve li gundê Kibaşînê yê ser bi Şêrewayê ve jî 2 welatî hatine girtin.