Polîsê Leskerî li Efrînê 3 welatiyên Kurd girtin û ew birin cihekî nediyar
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, 3 welatiyên Kurd hatin revandin û ew birine cihekî nedayir.
Li gorî çavkaniyan, çekdarên bi navê Polîsên Leşkerî ku girêdayî artêşa Tirkiyê ne, doh 7ê Îlonê, 3 welatî girtin û ew birin cihekî nediyar.
Hate eşkerekirin navê kesên hatine revandin; Selah Ehmed (50) ji gundê Sêmala Meydanekê yê bajarê Racoyê ye û Mihemed Mehmûd Osman (38) û Mehmûd Mehmûd Osman (34) bira ne ji mala xwe ya li taxa Eşrefiya ya bajarê Efrînê hatine revandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin