Efrîn | Polîsên serbazî yên ser bi Tirkiye ve 2 welatiyên Kurd girtin

02 September 2022 13:57 0 dîtin
Efrîn | Polîsên serbazî yên ser bi Tirkiye ve 2 welatiyên Kurd girtin

PeyamaKurd – Polîsên serbazî yên ser bi Tirkiye ve li navçeya Cindirêsê welatiyekî Kurd û li gundê Qere Baba ser bi navçeya Raco ya Efrînê welatiyekî astengdar girtin.

Çavkaniyên Rêveberiya Xweser diyar kirin, li navçeya Cindirêsê, polîsên serbazî yên ser bi Tirkiye ve, welatiyekî Kurd girtin.

Herwiha li gundê Qere Baba yê ser bi navçeya Raco ya Efrînê welatiyekî Kurd astengdar bi tohmeta destavêtina komên çekdar ên ser bi Tirkiye girtin, pişt re ji bo azadkirina wî daxwaz ji kesûkarên wan kirin ku fîdye bidin.