Efrîn | Polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve 4 Kurd desteser kirin

27 October 2023 10:33 0 dîtin
Efrîn | Polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve 4 Kurd desteser kirin

PeyamaKurd – Polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve, li Efrînê 4 Kurd desteser kirin.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir, li gundê Baflorê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, dema welatiyekî Kurd ê 27 salî ji bajarê Helebê vegeriya ji aliyê polîsên serbazî ve hat girtin.

SOHRê eşkere kir, wî kesî du dikan û xaniyek kirîbûn lê komên çekdar dest danîbû ser wan.

Piştî ku ew kes vegeriya Efrînê daxwaza mal û milkê xwe kiriye polîsên serbazî ew desteser kiriye.

Welatiyê Kurd ê 27 salî heta ku xwe ji nav lepên wan xelas kiriye 10 hezar dolar dane wan.

Li gundê Şêxotkayê yê bi navçeya Mabatayê ya Efrînê jî welatiyekî Kurd ji aliyê polîsên serbazî ve hat girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê, welatiyekî Kurd ê ji navçeya Şerayê ya Efrînê ye ji aliyê polîsên serbazî ve bi tohmeta “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re” hat girtin.