Polîsên serbazî li Efrînê 3 welatiyên Kurd girtin
PeyamaKurd – Polîsên serbazî li bajarokê Cindirêsê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, 3 welatiyên Kurd girtin.
Zanyarî destnîşan dikin, roja 25ê Gulanê li bajarokê Cindirêsê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, polîsên serbazî yên ser bi opozisyona Sûriyê 3 welatiyên Kurd ku ji malbatekê ne, girtine.
Herwiha çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser nasnameya her sê kesan eşkere kirine û destnîşan kirine, Ebdullah Hec Hennan û Mehmûd Ebdurehman Hec Hennan û Newal Hec Ebdurehman bi hiceta “pêwendiya li gel Rêveberiya Xweser” hatine girtin.
Heman çavkanî eşkere dikin, di çarêka destpêka îsal de, komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve 96 kes ji seranserê herêma Efrînê girtine û heta niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin