Çekdaran li Efrînê 15 welatiyên Kurd revand
PeyamaKurd – Komên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, li herêma Efrînê 15 welatiyên Kurd revandin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, koma bi navê “Polîsê Sivîl” 3 welatî ji gundê Kora yê ser bi navçeya Cindirêsê ve revandin.
Hate diyarkirin, li gundê Memila yê navçeya Raco, welatiyekî ku ji Lubnanê vegeriyabû, ji aliyê çekdarên “Polîsê Leşkerî” ve hat revandin.
SOHRê daye xuyakirin, rêbenda li gundê Qestel Cindo ya navçeya Şera jî 2 welatî hatin revandin, ku ji Tirkiyeyê hatibûn dersînorkirin.
Dîsa di operasyoneke berfireh a komên çekdar a li navçeya Raco de, 9 kes hatin revandin.
SOHRê destnîşan kir, piraniya kesên hatine revandin, bi “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser” re tên tometbarkirin û hin ji wan li hember fidyeya 500 dolaran hatin berdan.
Hêjayê bibîrxistinê ye Efrîn ji sala 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin û ji wê demê ve tevî kuştina bi hezaran kesan 9 hezar kes jî hatine revandin û çarenivîsa gelekan nayê zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin