Li Efrînê 5 welatiyên din hatin revandin: Çekdaran ji hin malbatan fîdye xwest
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina çavkaniyên ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, li navçeyên Şêrawa û Cindirêsê yên Efrînê 5 welatî revandin û çekdaran ji hin malbatan ji bo berdanê fidye xwestine.
Li gorî zanyariyên çavkaniyan Polîsê Leşkerî yê girêdayî Tirkiyê ji gundê Şadir ê Şêrawa welatiyên bi navên Kemal Hebîb, Edîb Şeref û Ehmed Hebîb revandin.
Hatiye diyarkirin ku koma çekdar Feyleq El Şam jî li Cindirêsê welatiyê bi navê Muhyedîn Koçer (52 salî) revandiye. Hat zanîn ku kesên hatine revandin veguhestine girtîgeha li gundê Îskayê.
Herwiha welatiyê bi navê Îsmaîl Erebo (73) jî 10 roj berê ji aliyê komeke çekdar a girêdayî Tirkiyê ve li Cindirêsê hatiye revandin ku çekdaran Erebo birine cihekî nediyar û ji bo berdana wî jî ji malbata wî fîdyeyê dixwazin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin