Li Efrînê ji aliyê komên çekdar ve 16 welatiyên Kurd hatin revandin

12 December 2020 13:00 0 dîtin
Li Efrînê ji aliyê komên çekdar ve 16 welatiyên Kurd hatin revandin

PeyamaKurd – Li Efrînê ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve, 16 welatiyên Kurd hatin revandin.

Li gor daxuyaniyê Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirova belav kiriye, komên çekdar li bajarê Efrînê navçeya Şêrewa ser bi gundê Beiyeyê de girtin û 10 welatî revandin.

Rewangeh diyar dike, sedema revandina wan nayê zanîn. Cihê ku welatiyên Kurd birine jî, ne diyar e.

Herwiha komên çekdar li gundê Fafirtên yê ser bi Şêrawa ve jineke kurd revandine û sedema wê jî nayê zanîn.