Herîrî: Binpêkirinên mirovî li Efrînê ji aliyê komên çekdar ve tên kirin

15 June 2021 13:00 0 dîtin
Herîrî: Binpêkirinên mirovî li Efrînê ji aliyê komên çekdar ve tên kirin

PeyamaKurd – Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Nesir Herîrî mikur hat ku binpêkirinên mirovî li Efrînê ji aliyê komên çekdar ve tên kirin û diyar kir, gelek binpêkirin li dadgehan hatine tomarkirin û gelek ji van binpêkirinan ji aliyê çekdarên Artêşa Niştîmanî ve hatine kirin.

Nesir Herîrî li Stenbolê di konferanseke rojnamevanî de da zanîn: “Li vê deverê gelek tawan hene ku li dadgeha sivîl yan leşkerî hatine tomarkirin, kesên van tawanan dikin ji gelek aliyan in, sivîl û çekdar in û beşek ji wan jî di nava artêşa niştîmanî de ne. Pirsa mafên mirovan di stûyê Îtîlafê de erk e û divê em bi hevalbendên xwe re û bi taybet bi Tikriyê re kar bikin bo çespandina mafên mirovan bi awayekî rasteqîne û ne tenê axaftin be û ji bo vê yekê me komîteyeke eşkerekirina rastiyan pêk aniye.”

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, ji Adara 2018an ve herêma Efrînê dagîr kirine û ji wê demê ve, bi hezaran welatiyên Kurd ên Efrînê hatine revandin, eşkencedan û kuştin, ev yek ji bilî bicihkirina bi sedhezaran Erebên navçeyên din ên Sûriyê di Efrîn û gundên wê de, destdanîna ser mal û milkên xelkê û dizî û talankirina şûnwarên Efrînê.