Ji bo krîza Somaliyê ya mirovî banga alîkariya 1,6 milyar dolarî hat kirin

30 January 2024 23:10 0 dîtin
Ji bo krîza Somaliyê ya mirovî banga alîkariya 1,6 milyar dolarî hat kirin

PeyamaKurd – Demekî zêde ye ku li Somaliyê tevlihevî heye û li welat krîza mirovahiyê destpêkiriye. Ji ber li Somaliyê birçîbûn zêde heye, hukumeta Somaliyê û baregeha Neteweyên Yekgirtî ya Somaliyê ragihandin ku pêdiviya Somaliyê bi 1,6 milyar dolarî heye.

Hat ragihandin ku ji 6.9 milyon kesê pêdiviya 5.2 milyon kesî bi alîkariyê heye. Cîgirê nûnerê taybet yê sekreterê giştî yê NY û ji Somaliyê berpirs koordînator George Conway ji bo çapemeniyê ragihand ku ji ber guherîna kêşûhewayê, pevçûn, pirsgirêkên asayîşî, nexweşînên belave îsal pêdivî bi alîkariyê heye.

3.8 milyon kes dev ji malên xwe berdane, ji her 5 zarokan 2 ji wan pêdiviya wan bi xidayê heye û li gelek deveran nexweşîna kolerayê bela bûye.

Serokê ajansa Afetê ya Somali (SODMA) Mehmûd Moallin Abdulle ragihand ku kesên ji ser ciyên xwe rabûne %80yê wan jin û zarokin û û jiyana wan ya ewlehiyê di talûkê de ye.