Amerîka û Qeter 700 milyon Dolar alîkariya mirovî bo krîza Sûriyê dabîn dikin
PeyamaKurd – Amerîka ji bo rûbirûbûna krîza Sûriyê, zêdetirî 596 milyon Dolaran wek alîkariya mirovî pêşkêş dike.
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîka Antony Blinken, ew alîkarî ji gelê Sûriyê yê hundir re bê kirin ku hejmara wan nêzî 13,4 milyon e û beşeke din a alîkariya Washîngtonê, dê ji bo penaberên Sûrî yên li Iraq, Tirkiye, Lubnan, Misir û Urdunê re ye ku 5,6 mîlyon koçber in.
Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîka bang li Encûmena Asayişa Navdewletî kir, da ku alîkariyên mirovahiyê bo Sûriyê neke pirsgirêkeke sîyasî û ji bo gîhandina alîkariyên zêdetir, divê deriyên sînorî werin vekirin.
Herwiha li gor çavkaniyan, Wezîrê Karûbarên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdilrehman El-Sanî tevî tekezkirina li ser çareseriya siyasî ji bo aloziya Sûriyê, hevdem 100 milyon Dolar ji bo hewldanên civaka navdewletî ji bo rûbirûbûna aloziya Sûriyê veqetandiye.
Hejmara welatiyên Sûrî, nêzî 20 milyon kesan e. Li gorî agahiyên rêxistina Hevkariya ligel Birçiyên Cîhanê, niha pêwîstiya zêdetirî 12 milyon kesî bi nan û xwarinê heye. Daneyên rêxistina UNICEF: "Di navbera salên 2011-2020'an de ji bilî biçekkirina nêzî 6 hezar zarokan, zêdetirî 12 hezar zarok hatin kuştin û birîndarkirin."
Zanyariyên rêxistinên Netewên Yekgirtî destnîşan dikin, di heyama 10 salên ji şerê navxweyî ya Sûrîye de, bêtirî 500 hezar kesan hatine kuştin û bêtirî 1 miliyon kesan jî birîndar bûne û bi bêtirî 5 milyon kesan jî derbider û koçber bûne û her sal nêzîkî 2.5 milyon kes malên xwe dihêlin û koçber dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin