Amerîka 11 milyon dolar alîkariya îlawe dide Lîbyayê

19 September 2023 00:57 0 dîtin
Amerîka 11 milyon dolar alîkariya îlawe dide Lîbyayê

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku bi sedema li Lîbyayê lehî rabûye û zerara mezin daye Lîbyayê, wê 11 milyon dolar alîkariyê bide Lîbyayê. Alîkarî ji bo pêdiviyên lezgîn yên rojavayê Lîbyayê ye. Biden weha got:

“Îro xelkê rojhilatê Lîbyayê piştî bobelata lehiyê xwe dide hev û xwe ji nûh de bi jiyanê ve girêdide, wê Amerîka ji bo alîkariya mirovî 11 milyon dolar îlawe bide rêxistinên xwecîh û yên navdewletî.

Wê wezareta karên derve ya Amerîkayê û Ajansa Geşepêdana Navdewletî ya Amerîkayê (USAID) destekê bide koordînasyonê û em li cem xelkê Lîbyayê ne.”