Amerîka, bi 600 milyon dolarî alîkariya Ukraynayê dike

16 September 2022 15:00 0 dîtin
Amerîka, bi 600 milyon dolarî alîkariya Ukraynayê dike

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, bi rêya daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew ê bi 600 milyon dolarî, alîkariya leşkerî ji bo Ukraynayê bişînin.

Blinken di daxuyaniyê de got ku “Li ser erkdarkirina Serok Joe Biden, ji Îlona 2021an bi vir ve ye, ez destûra pakêta 21emîn a çek û cebilxaneyan ji bo Ukraynayê didim. Ev pakêta bi 600 milyon dolarî, ji çek û cebilxaneyên Wezareta Berevaniya Amerîkayê pêk tê.”

Blinken da zanîn ku digel vê pakêtê, ji destpêka ku Rêveberiya Biden hatiye ser kar heta niha, alîkariya ku ji cebilxaneya Amerîkayê ji bo Ukraynayê hatiye dayîn, gihîştiye 15,8 milyar dolaran.

Li ser naveroka pakêta alîkariyê, ev hûrgilî jî hatin parvekirin:

“Di vê pakêtê de pergalên moşekên topvan (HIMARS), 236 hezar guleyên topan ên 105 mm, 1000 heb guleyên topan ên hesas ên 155 mm, 4 pergalên li dijî êrîşên radarê, 4 qemyonên ku barên giran hilgirin û 8 romork, pergala ku li dijî êrîşên pergalên balafirên bêmirov derkevin, ekîpmana paqijkirina mînan, cebilxaneya Claymoreyê, alavên hilweşîn û cebilxaneyê, çekên biçûk û cebilxane, alavên dîtina şevê, alavên cemidandinê û alavên din ên qada şer hatine bicihkirin.”