Amerîka dê wan kesan bi 25 milyon dolarî xelat bike ku ew ê Maduro radestî wê bikin

11 January 2025 11:15 0 dîtin
Amerîka dê wan kesan bi 25 milyon dolarî xelat bike ku ew ê Maduro radestî wê bikin

PeyamaKurd – Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê da zanîn ku xelata ji bo radestkirina serokê Venezulayê Nicolas Maduro zêde kirine. Xelata ku Amerîkayê dê bida wan kesan ku dê Maduro radestî wê bikirana, ji 15 milyon dolarî bûye 25 milyon dolar.

Berpirsê Ragihandina Stratejîk û Ewlekarî ya neteweyî ya Amerîkayê, John Kirby, di civîneke çapemeniyê de ambargoyên nû yên li dijî Venezuelayê ragihandiye. Kirby daye zanîn ku Amerîka xelata 15 milyon dolarî ya ku di sala 2020an de ji bo agahiyên li ser girtin an binçavkirina Serokdewletê Venezuelayê Maduro hatiye diyarkirin, kiriye 25 milyon dolar.