Amerîka bi bihayê 300 milyon dolarî desteka 39em dide Ûkraynayê

31 May 2023 23:14 0 dîtin
Amerîka bi bihayê 300 milyon dolarî desteka 39em dide Ûkraynayê

PeyamaKurd – Desteka Amerîkayê ya ji bo Ûkraynayê dewam dike. Li gor ragihandina Koşka Sipî; Amerîka ji bo Ûkraynayê, bi peketa alîkariyê ya 39em ya bi bihayê 300 milyon dolarî, sîstemên hewayî, muhîmmat û ekîpmanên din yên parastinê, Amerîka dê destekê bide Ûkraynayê.

Destek, wê ji envantera wezareta bergiriyê ya Amerîkayê bê dayîn. Li gor Pentagonê; di nava paketê de sîstemên Patriotê yên bergiriya hewayî, sîstemên Stinger yên balafirsawaran, muhîmmatên tankan û ekîpmanên din hene.

Amerîka ji destpêka şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê de, heya niha li dora 40 milyar dolarî destekê daye Ûkraynayê.