Amerîka bi 300 milyon dolarî destekekî dinê dide Ûkraynayê

12 March 2024 23:20 0 dîtin
Amerîka bi 300 milyon dolarî destekekî dinê dide Ûkraynayê

PeyamaKurd – Digel di budça Pentagonê ya ji bo desteka Ûkraynayê fon nemaye jî, wê Pentagon bi miqdarê 300 milyon dolarî destekê bide Ûkraynayê. Ragihandin ji aliyê şêwirmendê ewlehiya netewî yê Amerîkayê (White House) Jake Sullivan de hat kirin.

Jake Sullivan, li Koşka Sipî di derbarê desteka ku dê bidin Ûkraynayê de behsa hûrahiya destekê kir. Sullivan di derbarê destekê de weha got:

“Budça Pentagonê ya ji bo Ûkraynayê qediyaye û desteka îlawe ya ji Kongrê xwestine, kongre hêj qebûl nekiriye. Lê em mecbûrin destekê bişînin Ûkraynayê.

Di destê Ûkrayna de têra bikarbînin muhîmmat nemaye. Ev jî dike ku zerar bigihê can û malê li sehayê. Hem ji bo hevkariya Amerîka û NATOyê di vateya stratejîk de giran dibe mal.”

Sullivan ragihand ku ji bo demekî kurt dê ev destek bibe alîkarê Ûkraynayê lê ji bo dema dirêj têr nake û bende ne ku kongre budçê qebûl bike.

Paketa nû ji dawiya sala borî heya niha desteka ewiliye ku dê bişînin Ûkraynayê.