Amerîka ji bo têkbirina aboriya Hizbullahê 10 milyon dolarî wekî xelat dide
PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo têkbirina pergala aborî ya Hizbullahê hewildanên xwe didomîne. Li gorî rayedarên amerîkî, ji bo zanyariyên tora aborî ya Hizbullahê 10 milyon dolar pere terxan kir.
Berpirsê Têkoşîna li dijî Fînansmana Terorîzmê li Amerîkayê û Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Marshall Billingslea ragihand ku, ji kes an jî saziyên ku di warê têkbirina pergala aboriyê ya Hizbullahê de alîkariya Amerîkayê bikin, 10 milyon dolar dê wekî xelat bê dayîn.
Billingslea eşkere kir ku, di çarçoveya pêngava ‘ji bo edaletê xelat’ Amerîkayê 10 milyon dolar terxan kiriye da ku tora aborî ya Hizbullahê were têkbirin.
Billingslea, “em dê ji bo têkbirina tora aborî ya Hizbullahê 10 milyon dolarî wekî xelat bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin