Amerîka bi 100 milyon dolarî alîkariya leskerî dide Ukraynayê

06 April 2022 15:04 0 dîtin
Amerîka bi 100 milyon dolarî alîkariya leskerî dide Ukraynayê

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ew ê 100 milyon dolar alîkariya pêvek a xweparastinê bidin Ukraynayê.

Berdevkê Pentagonê John Kirby di daxuyaniyê de  da zanîn ku ew ê moşekên Javelîn ên ku buhayê wan 100 milyon dolar in, ji budçeya Artêşa Amerîkayê were dayîn. Bi berdewamî hat gotin ku ji dema Biden hatiye ser rêveberiyê, alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê 2,4 milyar dolaran derbas kiriye; 1,7 milyar dolar ji vê budçeyê ji ber şerê Rûsyayê gihîştiye Ukraynayê.