Qeterê 50 milyon dolar alîkariya însanî ji bo xelkên Xezzeyê yên koçber bûne da
PeyamaKurd – Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Qeterê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku biryara alîkarîyê di çarçoweya çareseriyên ji bo başkirina şert û mercên Filistîniyên ku li Xezzeyê ji cih û warên xwe bûne de hatiye girtin. bi navgînên perwerdehiyê yên li Qatarê bûrsên perwerdehiyê dane.
Di daxuyaniye da hat gotin ku ji bo mexduriya 5,9 milyon penaberen Filistîni ku ji sala 1948an vir ve ji cih ê warên xwe bûne, çareseriyeke "adil, daîmi û berfireh" hat dayin û bal hat kişandin ku ji bo Filistîniyen ku li Xezzeye bi cih bûne 50 milyon dolar alikarî hat dayin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku "Îsraîl hêzeke dagirker e" û hat gotin, "Hêzên dagirker neçar in ku parastin, rehetî û mafên mirovan ên gelê sivîl ên di bin dagirkeriyê de ne, bi cih bînin."
Herwiha di daxuyaniya Wezareta Karên Derve Qeterê de hat destnîşankirin, "şerê ku niha li Xezzeyê li dijî sivîl û zarokan tê kirin, tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî û hiqûqa mafên mirovan."
Li gorî agahiyên dawî yên li ser malpera Wezareta Karên Derve ya Qeterê hatin weşandin, Qeterê bi qasî hezar û 500 ton alîkariyên tibî, pêdiviyên xwarinê û nexweşxaneyeke meydanî pêşkêşî Xezzeyê kir. Qeterê tevî Misir û Amerîkayê roleke sereke lîst di misogerkirina "rawestana însanî" ya demkî ya li Şerîda Xezzeyê ku 7 rojan dewam kir û di destpêka Kanûnê de bi dawî bû ku tê de pevguhertina girtiyan di navbera komên Îsraîl û Filistîniyan de pêk hat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin