Kanada wê 12 milyon dolar alîkariya mirovî bide Sûriyê

13 January 2025 23:25 0 dîtin
Kanada wê 12 milyon dolar alîkariya mirovî bide Sûriyê

PeyamaKurd – Kanada ragihand ku ji bo alîkariya pêdiviyên lezgîn yên Sûriyê wê 12 milyon dolar alîkariyê bide Sûriyê. Ev fon, wê ji bo pêdiviyên ava paqij, xida û xizmetên tenduristiyê be.

Li ser alîkariyê, wezareta geşepêdana navdewletî ya Kanadayê daxuyaniya nivîskî da çapemeniyê. Di daxwuyaniyê de cîh dane şiroveyên wezîrê Sûriyê Ahmed Huseyîn ku gotiye:

“Kanada, bi xelkê Sûriyê û mirovên li welatên cîran yên krîzê bandorê li ser wan kiriye, di nav dana alîkraiyê de ye û ji bo çareseriya krîzê xebata xwe dewam dike.”