Amerîka biryara 17 milyon dolar alîkariya mirovî bo Lubnanê da
PeyamaKurd – Li paytexta Lubnanê Beyrûdê di 4ê Tebaxê de, li ser bendera deryayê teqîneke mezîn çêbû û di encamê de ziyanek mezin derket holê. Gelek dewletan ragihandin, bo alîkariya gelê Lubnanê amade ne. Herî dawî Amerîka di çarçoveya alîkariyê de, biryara 17 milyon dolar alîkariya mirovî ragihand.
Hikûmeta Amerîkî do Înê ragihand, wê ji bo teqîna hêzdar ya Beyrûdê, 17 milyon dolar alîkariya mirovî bide Lubnanê.
Bi daxuyeniyek nivîskî Balyozxaneya Amerîkî ya Beyrûdê ragihand, di nav alîkariya mirovî de xwarin, pêdivîyên bijişkî û alîkariya diravî ya ji bo Heyva Sor a Lubnanî jî hebin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev alîkarî beşa pêşîn a Amerîka ye û di demeke nêzîk de hin alîkarî û piştgirîyên din jî wê bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin