Elon Musk: Min alîkariya kampanyaya Trump kir lê ne 45 milyon dolar

24 July 2024 14:40 0 dîtin
Elon Musk: Min alîkariya kampanyaya Trump kir lê ne 45 milyon dolar

PeyamaKurd - Medyaya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) angaşt ku xwediye Tesla û Space Xê Elon Musk mehane 45 milyon dolar alîkarî dide kampanyaya hilbijartinê ya Donald Trump.

Elon Musk di derbarê mijarê de axivî û vê angaştê derewand. Musk anî ziman ku ew bixwaze jî nikare mehane 45 milyon dolar alîkarî bide kampanyaya Donald Trump.

Musk, di hevpeyvîna xwe ya bi derûnnas Jordan Peterson re diyar kir ku nûçeyên di derbarê alîkariyê yên ku di medyayê de têne belavkirin ne rast in.

Musk di derbarê mijarê de li ser platforma medyaya civakî ya Xê jî daxuyaniyekê belav kir û diyar kir ku wî ji bo kampanyaya hilbijartinên serokatiyê ya Donald Trump wek bexşî alîkarî kiriye, lê belê bexşa wî di asteke pir kêmtir de ye.