Elon Musk besdarî mîtinga Trump bû: Divê bi ser bikeve!

06 October 2024 14:34 0 dîtin
Elon Musk besdarî mîtinga Trump bû: Divê bi ser bikeve!

PeyamaKurd – Namzedê seroktiya Amerîka yê hilbijartinên meha Mijdarê û serokê berê Donald Trump, li eyaleta Pensilvanya ku rastî hewla sûîqestê hatibû mîtingek li dar xist.

Trump, di axaftina xwe de, rexneyên tund li hevrika xwe şa komarî Kamala Harris girt û got, "Ez ê qet paşde gav navêjim. Ez qet xwe neçemînim. Heta li ber mirinê jî.”

Piştî Trump, milyarderê Amerîkî Elon Musk jî derket ser dikê û piştevaniya xwe bo kampanyaya Trump a seroktiyê eşkere kir.

Elon Musk jî got, "Divê serok Trump ji bo parastina destûrê bi ser bikeve. Ji bo parastina demokrasiya Amerîkayê divê qezenc bike.”