Japonya bi nirxê 27 milyon dolaran alîkariya mirovî disîne Tirkiye û Sûriyê

16 February 2023 19:22 0 dîtin
Japonya bi nirxê 27 milyon dolaran alîkariya mirovî disîne Tirkiye û Sûriyê

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Japonya Hayaşi Yoşimasa, di civîneke rojnamevanî de ragihand ku ew dê ji ber karesata erdhejê bi nirxê 27 milyon dolaran alîkariya lezgîn a mirovî bigihînin Tirkiye û Sûriyeyê.

Wezîrê Japon diyar kir ku alîkariyên welatê wî ji aliyê Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) û dezgehên civakî yên Japonî ve têne birêvebirin û wê ew alîkariyê bi rêya wan dezgehan bigihin herêmên erdhejê yên li Tirkiye û Sûriyeyê.

Herwiha Hayaşi diyar kir ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî û tîmên bi tecrube yên afatan hemû hewldanan dikin.