UNICEF: Ji bo zêdetirî 110 milyon zarokan pêwîstî bi alîkariya 10,3 milyar dolaran heye

06 December 2022 22:01 0 dîtin
UNICEF: Ji bo zêdetirî 110 milyon zarokan pêwîstî bi alîkariya 10,3 milyar dolaran heye

PeyamaKurd - Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku her diçe ji ber hejariyê li cîhanê rewş aloztir dibe û pêdiviya zêdetirî 110 milyon zarokan bi alîkariyê heye.

UNICEFê diyar kir ku ji bo alîkariya di sala 2023yan de bê kirin, pêwîstiya wan bi 10,3 milyar dolaran heye daku ew bikarin, li 155 welatan alîkariyê bigihînin bêhtirî 110 milyon zarokan.

Rêvebera UNICEF’ê Catherine Russell got: “Ji ber krîzên mirovî yên li cîhanê û zêdebûna bandorên guherîna avhewayê, ji her demê bêhtir pêwîstiya zarokan bi alîkariya mirovî heye.”

Russell da zanîn ku li seranserê cîhanê derdora 37 milyon zarok û ciwanên di bin 18 saliyê de neçar mane ku malên xwe terk bikin û koçber bibin û bibîr xist, ev hejmar ji ya Şerê Cîhanê yê Duyemîn zêdetir e.

Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî (NY) di destpêka sala 2022yan de li çaraliyê cîhanê li dora 274 milyon mirovî divê alîkarî bê dayîn.

UNICEFê daye xuyakirin ku niha herî zêde pêwîstiya zarokên Afganistanê, piştre jî yên Ukrayna û Kongoyê bi alîkariyan heye.