Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî zêdetirî milyonek dolarî dê li zarokan belav bike

04 March 2025 14:52 0 dîtin
Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî zêdetirî milyonek dolarî dê li zarokan belav bike

PeyamaKurd – Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) ragihand ku di vê meha Remezanê hin projeyên xêrxwaziyê hene ku gelek hêjar dê ji wan sûdê wergirin.

Îro 04.03.2025an Serokê Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî Musa Ehmed di civîneke çapemeniyê de got:

“Îsal di yekem roja meha Remezan a pîroz de me dest bi projeyên xizmetê kir, ji bo vê heftiya yekem a Remezanê plana me ew e ku em pereyekî ji milyonek dolarî zêdetir li 3 hezar zarokan belav bikin.” 

Wî her weha diyar kir ku heta niha zêdetirî ji 80 milyon dolarî li 80 hezar zarokan hatiye belavkirin, îro jî milyonek û 361 hezar û 440 dolar li ser 3 hezar û 562 zarokan bê belavkirin. 

Ji bilî vê miqdarê, 4 milyon dolarê din jî, ji bo 11 hezar zarokan hatiye hilanîn. Heftiya pêş dê ji bo 15 hezar malbatan xwarin bê dabîn kirin.’’