Bi fermana Mesrûr Barzanî zêdetirî milyonek lîtir benzîn li Silêmaniyê tê parvekirin

17 June 2022 11:59 0 dîtin
Bi fermana Mesrûr Barzanî zêdetirî milyonek lîtir benzîn li Silêmaniyê tê parvekirin

PeyamaKurd – Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro zêdetirî milyonek lîtir benzîna ji bo Silêmaniyê hatiye dabînkirin û tê parvekirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, kirîz û kêmbûna benzîna erzan li Herêma Kurdistanê bi ferman û şîretan çareser dike.

Hat zanîn, beriya wê zêdetirî du milyon lîtir benzîn ji bo Duhok û Hewlêrê hatibû dabînkirin û bi bihayê 800 dînarî hat parvekirin.

Herwiha îro jî zêdetirî milyonek lîtir benzîn ji bo Silêmanî û Helebceyê tê parvekirin.