Bi fermana Mesrûr Barzanî Komîteya Navçeyên Kurdistanî hate avakarin
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro 29ê Gulanê ragihand ku bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteyeke taybet ji bo navçeyên Kurdistanî hatiye pêkanîn.
Hewarmanî eşkere kir, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteyeke taybet derbarê navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de hat pêkanîn ku ji hejmarek wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tê.
Hewramanî got, li ser asta Herêma Kurdistanê, aliyên Kurdistanî, Iraqî û erebî dê dest bi gotûbêjan bikin û herwiha li ser asta navxweyî û derve jî dê kar li ser vê mijarê bikin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman: “Armanca komîteyê, asayîkirina rewşê li van deveran, parastina mafên hemû pêkhateyan li van deveran, vegerandina aramiyê û bicihkirina madeya 140 e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin