Mesrûr Barzanî fermana xanenisînkirina 2.061 efser û fermandeyên Pêsmerge da

28 September 2022 10:06 0 dîtin
Mesrûr Barzanî fermana xanenisînkirina 2.061 efser û fermandeyên Pêsmerge da

PeyamaKurd – Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, xanenişînkirina 2.061 efser û fermandeyên hêza 80 ya Wezareta Pêşmerge tê dayîn.

Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir, bi mebesta pêkanîna dadmendiyê di rêkxistina rêzên Hêzên Pêşmerge de, Mesrûr Barzanî fermana bilindkirin û xanenişînkirina 2.961 efser û fermandeyên hêzên 80ê yên girêdayî Wezareta Pêşmerge daye.

Herwiha da zanîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyê dide rola Pêşmergeyên qehreman û xebata wan û ji bo parastina aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê û parastina destkeftên bi hezaran şehîdan, hewl dide hemû hêzan di nava hêzeke bihêz û rêxistinkirî de birêxistin bike ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatiye bidestxistin.