Mesrûr Barzanî rêz û spasiyan pêskêsî rêveber û efser û fermanberên Balafirxaneya Hewlêrê kir
PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rêz û spasiyan pêşkêşî rêveber û efser û fermanberên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ewlehiya wê kir.
Li gor nivîseke ku arasteyî rêveber û fermanberên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û rêveber û fermanber û efserên ewlehiya wê û tevaya rêveberî û pêkhatên nav wê hatiye kirin, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rêz û spasiyan arasteyî wan dike, ji ber bizav û westiyanên wan di bicîanîna erkên xwe de di dema biserxistina hûrbîniya ewlehiyê de ji aliyê Rêkxistina Balafirvaniya Şaristanî ya Navdewletî (ICAO) ve.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê nivîsê de eşkere kir, ev destkeft encamê kar û arîkarî û hevahengiya tevaya dezgehên nav balafirxaneyê ye. Herwiha wî daxwaz kir ku ew li ser vê rêya karkirinê berdewam bin û xizmetkariyên nav balafirxaneyê pêş bixin, bi rengekî ku bi parastina ewlehiya balafirxaneyê re, razîbûn û piştrastiya welatiyan û geştyaran jî li ber çavan bê wergirtin.
Herwiha Serokwezîrê Iraqê jî rêz û spasiyan pêşkêşî rêveber û efser û fermanberên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ewlehiya wê dike.
Di nivîseke ku Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî arasteyî wan kiriye, tekezî li ser nirxandina bizav û westiyan û dilsoziya tevaya berpirs û karmendên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye kirin, ji ber serkeftina wan di biserxistina hûrbîniya ewlehiyê de ji aliyê Rêkxistina Balafirvaniya Şaristanî ya Navdewletî (ICAO) ve.
Serokwezîrê Iraqê daxwaza berdewamiyê li ser wê rêya karkirinê û pêkêşkirina zêdetir xizmetan ji bo welatiyan ji wan kiriye.
Rêkxistina Balafirvaniya Şaristanî ya Navdewletî (ICAO) rêkxistineke taybetmend a warê balafirvaniyê ye û yek ji dezgehên bi ser Neteweyên Yekgirtî ve ye. Ew ji bo rêkxistin û çêkirina hevahengiyê ji bo bingeh û teknîkên geştên asmanî yên navdewletî kar dike, herwesa ji bo pilandanan û pêşxistina veguhastina asmanî ya navdewletî ji bo piştrastbûnê ji silametî û rêkxistina geştan.
Wê rêkxistina balafirvaniyê ya navdewletî di dema borî de piroseya hûrbîniya ewlehiyê ji bo karûbarên balafirxaneyên Iraqê kir û Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê wekî baştirîn balafirxane di hûrbîniya ewlehiyê de di karûbarên girêdayî balafirxane û geştên asmanî de hat diyarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin