Mesrûr Barzanî Rêveberiya Gistî ya Tenduristiya Îdareya Serbixwe ya Soranê pesend kir

30 December 2021 20:48 0 dîtin
Mesrûr Barzanî Rêveberiya Gistî ya Tenduristiya Îdareya Serbixwe ya Soranê pesend kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî ku Soran bû îdareya serbixwe, biryara vekirina Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Îdareya Serbixwe ya Soranê pesend kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ji ser hesabê xwe yê fermî yê Facebookê ragihandiye: “Li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, piştî Soranê statûya îdareya serbixwe wergirt, biryara vekirina Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Soranê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatiye pesendkirin.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di dema serdana Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî û Rêveberê Giştî yê Karûbarê Tenduristiyê Dr. Kawe Xelîl, Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed û Rêveberê Giştî yê Dîwanê de ku ji aliyê Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe yê Soranê Helgurd Şêx Necîb ve hatine pêşwazî kirin, Dr. Saman Berzincî ragihandiye Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryara vekirina Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Soranê pesend kiriye.