Bi fermana Mesrûr Barzanî ji bo Nexwesxaneya Sêladizê 250 personel tên wergirtin

29 September 2024 18:37 0 dîtin
Bi fermana Mesrûr Barzanî ji bo Nexwesxaneya Sêladizê 250 personel tên wergirtin

PeyamaKurd - Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo Nexweşxaneya Şêladizê ya 100 nivînî, 250 personel hatin terxandin.

Rêveberê Tendirustiyê yê Parêzgeha Duhokê Dr. Efrasyab Mûsa, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku Nexweşxaneya Şêladzê ya 100 nivînî temam bûye û biryar e di demeke nêz de bê vekirin.

Efrasyab Mûsa her wiha diyar kir ku Serokwezêrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman daye ku ji bo nexweşxaneyê 250 personelên bi girêbest bêne peywirdarkirin.

Mûsa diyar kir ku her kesên ku bixwazin li nexweşxaneyê bixebitin, dikare li gorî pîvanan CVyên xwe bi ser înternetê bişînin û wiha got: "Dema radestkirina CVyan tenê 48 demjimêr e û îro di demjimêr 12.30an de dest pê kiriye."

Dr. Efrasyab Mûsa da zanîn ku dema serlêdanan roja sêşemê di demjimêr 12.30an de temam dibe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi beşdariya Wezîrê Tendirustiyê û Parêzgarê Duhokê bingeha Nexweşxaneya Şêladizê ya 100 nivînî ku bi buhayê 43 mîlyon dolar bî danîbû.