Bi fermana Mesrûr Barzanî 3 lîwa li ser Wezareta Pêsmerge hatin zêdekirin
PeyamaKurd – Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 3 lîwayên din li ser Wezareta Pêşmerge hatin zêdekirin.
Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya bicihanîna proseya çaksaziyê û yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 3 lîwa (lîwayên 26, 28 û 30) li ser mîlaka Wezareta Pêşmerge hatin pêkanîn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, ew lîwa li ser mîlaka Wezareta Pêşmerge hatine avakirin û dê ji roja derkirina fermanê (8/8/2023) ve ev biryar bikeve pratîkê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin