Mesrûr Barzanî: Nexwesxaneya onkolojiyê wê bi awayekî bi kalîte di xizmeta welatiyan de be
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku ji bo kêmkirina lêçûnên dermankirina penceşêrê ew piştevaniya Sindoqa Penceşêrê dikin û daxwaz ji sektora taybet û welatiyan jî kir ku di çarçoveya derfetên xwe de alîkariya sindoqê bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Çarşemê (18.09.2024) li Hewlêrê kevirê bingehîn ê nexweşxaneya ku dê bibe mezintirîn nexweşxaneya onkolojî (penceşêrê) li Herêma Kurdistanê û Iraqê, danî.
Di merasima han de Serok Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand ku li Herêma Kurdistanê gelek nexweşxaneyên onkolojî hene ku xizmetguzariyên tund pêşkêşî welatiyan dikin û nexweşên navçeyên din yên Iraqê ji bo çareseriyê serî li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê didin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya xwe pêşkêşî pizîşk û tîmên pizîşkî kir ji bo xizmetguzariyên ku pêşkêşî welatiyan dikin û got: “Hêj jî sektora tendirustiyê li Herêma Kurdistanê pêwîstiya gelek reform û xizmetguzariyan heye, ji ber wê jî reforma tendirustiyê karê min bûye ji destpêka sala kabîneyê. Mixabin, zexta ku ev du sal in di sektorê de heye û serhildana koronavirus bandor li gavên me kir. Li gel vê jî di rêziknameya tiryakê de gavên girîng hatin avêtin.”
Serokwezîr destnîşan kir ku divê sektora giştî û taybet di warê tenduristiyê de bi awayekî hevseng û paralel pêş bikevin û got, "Divê di sektora giştî de qalîteya tenduristiyê bê zêdekirin, hemwelatî xwe rehet hîs bikin û li nexweşxaneyên dewletê xizmetê werbigirin. Lewma me di vî warî de hin gavên pratîk avêtin. Min herwiha ferman da nivîsgeha xwe ku gelek nexweşxaneyên sektora giştî wekî projeyên pîlot bi hevrêziya Wezareta Tenduristiyê re pêşve bibin."
Serokwezîr diyar kir ku ji bo barkirina lêçûnên dermankirina penceşêrê were kêmkirin ew piştgiriyê didin Fona Penceşêrê û bang li sektora taybet û welatiyan kir ku di çarçoveya derfetên xwe de alîkariyê bidin sindoqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin