Mesrûr Barzanî nexwesxaneya bi projeya ‘Hejmara Min’ vekir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 7ê Adarê li paytext Hewlêrê nexweşxaneyeke din a ku tê de projeya ‘Hejmara Min’ tê pêkanîn vekir.
Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li bajarê Hewlêrê, Nexweşxaneya Dr. Dexîl vekir û piştî pêşwaziyê serdana beşên nexweşxaneyê kir.
Hikûmeta Kurdistanê daye zanîn ku ev nexweşxane yek ji wan cihan e, ku projeya "Hejmara Min" û sîstema peredayîna dîjîtal tê de pêk tê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Adarê Nexweşxaneya Zarokan ya Dr. Subhî Yaqubî ya Hewlêrê jî vekiribû ku ew nexweşxane jî li gorî standardên navdewletî ye û gelek amûrên bijîşkî yên pêşketî û teknolojiyên bijîşkî yên nûjen lê hene.
Projeya "Hejmara Min" bernameyeke giştî ya darayî ye û armanca wê dabînkirina rêyeke parastî û guncaw ji bo fermanberan, hêzên ewlehiyê û xanenişînên kerta giştî ye ji bo destgihiştina wan a mûçeyên xwe ye.
Proje bi hewla modernkirina kerta bankî û pêşvebirina geşepêdana aborî ya Herêma Kurdistanê pêk tê ku pêvajoya dîjîtalkirina hikûmetê bileztir dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin