Mesrûr Barzanî wê projeya “Kavîn Farm” veke

07 October 2024 10:30 0 dîtin
Mesrûr Barzanî wê projeya “Kavîn Farm” veke

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê li Duhokê projeya “Kavîn Farm” veke.

Mesrûr Barzanî îro di saet 11.00an de li Duhokê projeya bi navê “Kavin Farm” ku wê di warê xwedîkirina ga, mast, şîr û penîr de kar bike, veke.

Rêveberê Giştî yê Veberhênana Parêzgeha Duhokê Heval Sadik diyar kir ku, Kavîn Farm mezintirîn projeya sewalkarî û berhemên şîr e li Herêma Kurdistanê ku bi bihayê 40 milyon dolar hatiye cîbicîkirin.

Projeya ku wê ji bo 2500 kesî îstîhdamê biafirîne, li ser qadeke 1000 dekarî hat meşandin. Haval Sadik diyar kir ku projeya Kavîn Farm dikare bi giranî hewcedariya berhemên şîr ên navxweyî pêk bîne.