Mesrûr Barzanî: Projeya Gihandina Ava Bilez yek ji girîngtirîn projeyên Kurdistanê ye
PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 8ê Îlonê kevirê bingehîn ê projeya gihandina avê ya lezgîn bo bajarê Hewlêrê danî.
Serokwezîr Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehîn de gotarek pêşkêş kir û ragihand, ev proje yek ji girîngtirîn û pêwîsttirîn projeyên Kurdistanê ye.
Mesrûr Barzanî got: “Hewlêr salane di havînê de tûşî kêmbûna avê dibe, diviyabû kompaniyeke biyanî projeya Ifraz 4 cîbicî bikira, lê kompaniyayê li gorî girêbestê nekarî gavên pratîkî biavêtina. Ji ber vê yekê, di van du salên piştî belavbûna vîrusa koronayê de, tevî hemû pirsgirêk û astengiyan û rewşa dijwar a aborî, min saziyên pêwendîdar raspardin ku di zûtirîn dem de çareseriyekê ji vê rewşê re bibînin.”
Serokwezîr Barzanî diyar kir, wî pirsgirêka kêmbûna avê ya çend taxên Hewlêrê ji nêz ve şopandiye û ji bo çareserkirina pirsgirêkê, aliyên peywendîdar rasparda ye û got: “Pirsgirêka kêmbûna avê bi çend tankerên avê nayê çareserkirin, lê divê projeyek bi vî rengî were destpêkirin ku ava Zêyê Mezin bifihînin Hewlêrê.”
Di berdewamê de got: “Projeya gihandina avê ya lezgîn bo Hewlêrê, bi awayekî dê avê bigihîne bajarê Hewlêrê, ku heta nêzîkî 30 salên din dê pirsgirêka kêmbûna avê li Hewlêrê nemîne. Min daxwaz kir ku hevterîb ligel vê projeyê, tora ava navxweyî ya taxan jî were birêkxistin, da ku piştî temambûna vê projeyê, av bigihe hemû taxên Hewlêrê.”
Mesrûr Barzanî eşkere kir, wî daxwaza destpêkirina projeyek din a avê bo nahiya Qoştepa û gundên derdora wê kiriye ku ava Zêyê Biçûk bigihe herêmê. Got jî: “Bi temamkirina van projeyan, em ê bi sedan bîr bigirin, ev jî dê bibe sedama zêdebûna ava bin erdê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşeke din a gotara xwe de got: “Em hest bi bandora guherîna keşûhewayê li ser herêma xwe dikin, ji ber vê yekê ji bo parastina çavkaniyên avê û jîngeha xwe, me dest bi çêkirina çend bendavên bi mezinahiyên cuda kiriye. Em bi pêngavên xwe berdewam dibin, heta bi komkirina avê, bikarin sektorên çandinî û geştyariyê bipêş bixin.”
Serokwezîr Barzanî da zanîn: “Pêwîst e em çand û hişyarî li ser çawaniya bikaranîn û parstina avê bipêş bixin. Lê mixabin rêjeya bikaranîna avê ya serê her kesî li Herêma Kurdistanê ji standarda navneteweyî gelekî zêdetir e, ji ber vê yekê divê sîstema perwerdehiyê, saziyên civaka sivîl, mamostayên olî, dezgehên ragihandinê di vî warî de rola xwe bilîzin û xelkî jî zêderûyî di bikaranîna avê de nekin.”
Mesrûr Barzanî bi bîr xist, projeya gihandina avê ya lezgîn dê ji aliyê kompanyayeke navxweyî ya bawerpêkirî ya bi navê Hêmin Group ve were cîbicîkirin. Heya niha ji aliyê kalîte û lezê ve, karê wan hatiye pesendkirin. Bi baweriya min dê di demek guncayî de ev proje bikeve xizmeta welatiyên Hewlêrê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin