Mesrûr Barzanî projeya ronahiyê ya elektrîka 24 saetî ragihand
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana taxa Şadiyê ya Hewlêrê kir û li wir projeya ronahiyê ragihand.
Mesrûr Barzanî, merasîma projeya ronahiyê de got ku armanca wê projeyê dabînkirina elektrîka 24 saetî ji bo seranserê Herêma Kurdistanê ye.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku berî sê mehan wekî qonaxa ezmûnî ji bo vê projeyê taxa Şadiyê hatiye hilbijartin daku bizanin ew proje dê çiqasî serkeftî be û da zanîn, “Ji bilî taxa Şadiyê ku wekî taxa yekê ya Hewlêrê ji bo qonaxa ezmûnî ya vê projeyê hatibû pêşniyarkirin, di qonaxa duyem û bicihanîna seranserî ya vê projeyê de ji sibehê ve taxa Naznazê û paşê jî taxa Bextyariyê diçin ser elektrîka 24 saetî.”
Mesrûr Barzanî got ku piştî Hewlêrê, ev xizmetkarî ji bo tevaya dever û bajar û parêzgehên Herêma Kurdistanê tê dabînkirin û wiha axivî: “Niha jî çend tax li bajarên Silêmanî û Duhokê ji bo bicihanîna vê projeyê hatine destnîşankirin, lewma daxwaz ji desthilata xwecihî hatiye kirin ku alîkar bin û rêkaran bi cih bînin, ji bo ku ev proje li wê derê û paşê li parêzgeha Duhokê û tevahiya Herêma Kurdistanê bê bicihanîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin