Mesrûr Barzanî 480 milyon dînar ji bo nexwesxaneya kîmyayî ya Helebceyê terxan kir
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê 480 milyon dînar ji bo nexwaşxaneya tedawiya birîndarên çekên kîmyayî li Helebcê terxan kir.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, “Li ser biryara birêz serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî budceyeke taybet a 480 milyon dînar ji bo parêzgeha Helebcê ji bo nexwaşxaneya çareserkirina berketiyên kîmyayî hate cuda kirin.”
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyê de diyar kir, “Ji bo giringîdana bi rewşa tenduristiya hemwelatiyên xoştevî yên Helebceya şehîd ku berketiyên çekên kîmyayî ne, piştî çalak kirin û destbikarbûna nexwaşxaneya taybet a çareseriya berketiyan, birêz serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razîbûna xwe li ser cuda kirina 480 milyon dînar bo dabîn kirina derman û pêdiviyên bijîşkî yên mehane ji bo nexwaşxaneya çareseriya berketiyên kîmyayî li parêzgeha Helebce nîşan da.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin