Mesrûr Barzanî 73 milyon Dînar ji bo xwendekarên Singalê veqetand
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 73 milyon Dînar ji bo xerciya hatûçûna xwendekarên Şingal û derdora wê veqetand.
Li gor Berdevkê Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê Saman Sîweylî diyar kir, dabînkirina vê budceyê ji bo hatûçûna xwendekarên Şingal û derdora wê ye.
Herwiha biryar e îro ezmûnên giştî yên qonaxa 12a ya amadehiyê destpê bikin. Li sînorê Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Duhokê, 667 xwendekarên pola 12 ya amadehiyê yên xelkê Şingalê dikevin ezmûnê û ji vê budceyê parê distînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin