Efrîn | Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî ji bo zarokên sêwî dibistanek vekir
PeyamaKurd – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) projeyeke nû da destpêkirin û ji bo zarokên sêwî dibistaneke modern ava kir.
Ev dibistan, ku di 15ê Adara 2025an de bi merasîmeê hat vekirin, dê ji 200 zarokan re bibe cihê perwerdehiyê.
Dibistan bi pirtûkxane, qada lîstikê û dersxaneyên nûjen hatiye sazkirin, da ku zarok di hawirdoreke xweş de perwerde bibin.
Berpirsê weqfê Revaj Hacî di vê derbarê de û diyar kir: “Em kêfxweş in ku em dikarin fersendeke nû bidin van zarokên hêja. Perwerdehiya bi Kurdî dê li vê dibistanê bi awayekî fermî dest pê bike û em ê piştgiriya xwe berdewam bikin.”
Yek ji mamosteyên dibistanê, Leyla Mihemed jî weha got: ”Ev roj ji bo me hemûyan rojeke dîrokî ye. Zarokên me êdî dikarin bi Kurdî bixwînin, binivîsin û xewnên xwe mezin bikin.”
Gelê herêmê jî ji vê gaveke erênî gelekî kêfxweş bû û hêviya xwe anî ziman ku projeyên bi vî rengî li herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê jî zêde bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin