Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrînê dest bi xizmetên tenduristiyê kir
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî bi rêya ofîsa xwe ya li bajarê Efrînê, li ser pêşkêşkirina xizmetguzariyên tendirustiyê ji welatiyên Efrînê re xizmetê pêşkêş dike
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand ku tîmên wê yên bijîşkî, li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê dest bi xizmeta tenduristiyê kirine û di vê çarçoveyê de, di destpêkê de xizmetên bizîşkî pêşkêşî 67 nexweşên ji gundên Ehmedê Mastê û Uga yên navçeya Bilbilê kirine.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji van nexweşan, 32 zarok, 30 jin û 5 mêr bûne.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî erdheja Sibata 2023an, li Efrînê ofîseke xwe vekiribû û alîkariyên curbicur pêşkêşî welatiyên herêmê kiribû.
Di çarçoveya van alîkariyên de xwarin, xizmetên bizîşkî û herwiha vekirina kursên zimanê kurdî û pîşeyî hebûn.
Dezgehê her wiha li Efrînê Navenda Çand û Geşedanê ya Barzanî ku gellek destpêşxerî, çalakiyên hunerî û kursên cuda ên xwendinê pêşkêş dike vekiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin