Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên tenduristiyê pêskesî xelkê Sera ya Efrînê kir
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi tîmeke bijîşkî ya gerok derbasî navçeya Şera ya Efrînê bû û alîkariyên bijîşkî û dermanên pêwîst pêşkêşî xelkê navçeyê kirin.
Berpirsa Tîma BCFê Dr. Cîhan got: “Em hatine vê derê ji bo xizmetên bijîşkî, çareserî û derman pêşkêşî nexweşan bikin. Em bi gelemperî li rewşa kesên bi temen û nexweşiyên wan dinêrin û çareseriyên pêwîst pêşkêş dikin. Herwiha li rewşa zarokan jî dinêrin û dermanên pêwîst didin wan.”
Dr. Cîhan da zanîn, “Rewşa navçeya Şeran gelek zehmet e, nexweşxane û navendên tendrustiyê kêm in û hemû dermanên pêwîst peyda nabin. Ji bilî wê yekê jî, rewşa aborî ya xelkê xerab e, ji ber wê jî çûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û pêşkêşkirina alîkariyan ji aliyê xelkê ve wek gavekî pîroz tê dîtin.”
Hate zanîn ku li navçe û gundên Şera ya Efrînê, hem ji hêla aborî ve hem jî ji hêla xizmetên tenduristiyê ve gelekî xirab e û pêdiviya wan bi alîkariyan heye.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku ji sala borî ve binkeya xwe li Efrînê vekiriye, heta niha gelek alîkariyên mirovî û tenduristiyê pêşkeşî xelkê herêmê kiriye û di xebatên xwe de berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin