Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî amade ye alîkariyên mirovî bisîne Filîstînê

22 October 2023 16:22 0 dîtin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî amade ye alîkariyên mirovî bisîne Filîstînê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed serdana Konsulxaneya Giştî ya Filistînê ya Hewlêrê kir û bi Konsulê Giştî Nezmî Xezûrî civiya.

Mûsa Ehmed di hevdîtinê de, amadebûna Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ji bo şandina alîkariyên mirovî bo Filistînê ragihand.

Konsulê Giştî yê Filistînê Nezmî Xezûrî spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir, ji bo xizmetkirina penaberan bi giştî û penaberên Filistînî ku bi taybetî ku di salên 2014-2017ê de ji deverên din ên Iraqê koçberî Herêma Kurdistanê bûne.

Di civînê rewşa mirovî ya gelê Filistînê û rêyên şandina alîkariyên mirovî hatin gotûbêjkirin û Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî destnîşan kir ku BCF amade ye alîkariyên mirovî ji bo xelkê zirarmend ên Filîstînê re bişîne.

Konsulê Giştî yê Filistînê jî spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo vê destpêşxeriya girîng ya mirovî kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) bi salan e, li gelek deverên cîhanê bi rêya sazî û dezgehên navdewletî alîkariyên mirovî digihîne xelkê kêmderfet û zirarmendên şer û pevçûn û karesatan.