Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê alîkariyên pêwîst pêskesî mexdûrên lehiyê kir

26 May 2024 14:35 0 dîtin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî  li Efrînê alîkariyên pêwîst pêskesî mexdûrên lehiyê kir

PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) bi hawara mexdûrên lehiya 24ê Gulanê ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve çû û alîkariyên pêwîst pêşkeşî wan kir.

24ê Gulanê ji ber barîna bareneke bihêz lehî li hin navçeyên Efrînê rabû ku bi taybetî li navçeya Cindirêsê av derbasî hejmarek malan bû û ziyan gihîşte zeviyên cotkaran.

Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê piştî lehiyê serdana malên ku ziyan gihîştine wan kir û alîkariyên pêwîst pêşkêşî ziyandîtiyan kir.

Endamê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Serbest Xelîl got: “Em malbatên ku ziyan gihîştina wan tomar dikin û alîkariya wan dikin. Li hin cihan jî me dest bi paqijiya paşmayên lehiyê kir.”  

Hêjayî gotinê ye, bi taybet li navçeya Cindirêsê ziyanete mezin a lehiyê çêbûye. Niha tenê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariya mirovî û piştgiriya derûnî pêşkêşî xelkê herêmê dike.

Xelkê Cindirêsê ji alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kêfxweş bûn û spasiyan wan kirin.