Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya gelê navçeya Siyê ya Efrînê kir

26 September 2024 16:10 0 dîtin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya gelê navçeya Siyê ya Efrînê kir

PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, di çarçoveya domandina piştgiriya gelê Efrînê yên ku vedigerin ser mal û milkên xwe de, alîkariyên mirovî li malbatên hejar ên navçeya Şiyê belav kirin.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî derbazbûna Efrînê ya piştî erdheja Sibata 2023an, alîkarî û piştgiriya welatiyên hejar ên wê herêmê dike.

Endamên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî yên li Efrînê ragihandin ku ew wek dezgeh li Efrînê, bê navber alîkariya malbatên ku vedigerin cih û warên xwe dikin.

Xebatkaran dan zanîn ku ew îro jî li navçeya Şiyê bûne û wan alîkariya malbatên ku vedigerin axa xwe dikin.”

Welatiyên navçeya Şiyê jî diyar kirin ku çêtir bûye ku ew vegeriyane ser axa xwe û ew dixwazin li ser axa xwe bijîn.

Welatiyan, destnîşan kirin ku gelê herêmê hewceyî alîkariyan e û ji ber alîkariya wan kirine spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Serok Mesûd Barzanî kirin.